Nûnerê Taybet ê Têkoşîna DEAŞê McGurk ji wezîfeya xwe îstifa kir

Hat gotin ku McGurkê bi hinceta ku hemfikrê biryara vekişîna ji Sûriyeyê ya Serokê Amerîkayê Trump nîne loma îstifa kir

Nûnerê Taybet ê Têkoşîna DEAŞê McGurk ji wezîfeya xwe îstifa kir

Hat ragihandin ku Brett McGurkê Nûnerê Taybet ê Têkoşîna DEAŞa rêxistina terorê yê Serokê Amerîkayê Donald Trump îstifa kir.

Li gor nûçeyên medyaya Amerîkayê Nûnerê Taybet ê Têkoşîna DEAŞê McGurk ji wezîfeya xwe ya li Wezareta Karên Derva ya Amerîkayê îstifa kir.

Hat gotin ku li wezaretê civînek hat kirin û McGurk di civînê da got ku "Mantiqa wê tuneye ku em ji Sûriyeyê veqetin" û hat gotin bi hinceta ku McGurk hemfikrê biryara vekişîna ji Sûriyeyê ya Trump nîne loma îstifa kir.

McGurk di nameya xwe ya îstifayê da îdia kir ku DEAŞ li herêmê hê çalak e û rêxistina terorê hê tam têk neçûye, rêxistin piştî biryara vekişînê dibe ku cardin berbelav bibe.

McGurk ji aliyê Serokê berê Barack Obama va wek Nûnerê Taybet ê Têkoşîna DEAŞê hatibû tayînkirin, ji ber ku bi fermandarên YPG/PKKyê ra poz dabû û daxuyanî dabûn li Tirkiyeyê car caran rastî bertekan hatibû.

AA

Dîroka nûkirinê: 23 Kanûn 2018, 18:21
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE