NY û Almanya wê mazûvaniya civîna mijara wê Lîbya ye bikin

Daxuyaniya Alam ji ser qanala El-Ahrar a Lîbyayê hat weşandin û hat gotin ku civîna bi destê NY û Almanyayê tê kirin wê di asta wezîran da be. Hat bibîrxistin ku di meha rêbendanê da Konferansa Berlînê ya mijar Lîbya bû hat kirin û ev civîn jî bi armanca ku bila ew teahudên hatibûn dayîn bi cih bên tê kirin.

NY û Almanya wê mazûvaniya civîna mijara wê Lîbya ye bikin

 Berdevkê Mîsyona Piştevaniya Lîbyayê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) Jean Alam diyar kir ku NY û Almanyayê biryar dan mazuvaniya civîneke mijara wê Lîbya ye ku wekî berdewamiya Konferansa Berlînê be bikin.

Daxuyaniya Alam ji ser qanala El-Ahrar a Lîbyayê hat weşandin û hat gotin ku civîna bi destê NY û Almanyayê tê kirin wê di asta wezîran da be. Hat bibîrxistin ku di meha rêbendanê da Konferansa Berlînê ya mijar Lîbya bû hat kirin û ev civîn jî bi armanca ku bila ew teahudên hatibûn dayîn bi cih bên tê kirin.

Di daxuyaniyê da hat gotin ku civîn wê di 5ê Cotmehê da bê kirin û tevlî rayedarên payebilind beşdarbûyiyên Konferansa Berlînê jî wê tevlî civînê bibin.

Di 19ê Rêbendanê da li Berlîna paytextê Almanyayê bi beşdarbûna aliyên Lîbyayê û civaka navneteweyî va konferanseke mijara wê Lîbya bû hat kirin û ji bo gotûbêj û agirbestê bangewazî hatibû kirin.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE