Neteweyên Yekbûyî (NY) anîna fîlên Afrîkayê ji qadên kovî yên jiyanê bo bexçeyên ajelan qedexe kir.
Li Ofîsa NYê ya li Cenevê di dengdayîna ji bo Peymana Derbarê Bazirganiya Cureyên ku Nesla wan li ber Xetereyê ye, de li hember 18 dengên "na"yê 46 welatan dengê "belê" da, 19 welat jî bê deng man.
Bi dengdayînê anîna fîlên Afrîkayê ji qadên kovî yên jiyanê bo bexçeyên ajelan qedexe kir.
Komeleya Civaka Mirovî ya Navneteweyî (HSI)di daxuyaniya xwe ya derbarê mijarê de soza rawestandina zulma li hember fîlên ku "lêdan û pihînan dixwun", da.
Pisporê polîtîka û bernameyên jiyana kovî Iris Ho anî ziman ku bi vê biryarê dê pêşî li wê yekê bê girtin ku fîl ji qada wan a jiyanê bê qetandin û di bexçeyên ajelan de di şert û mercên xirab de werin hebskirin.
AA