Komîsera Payebilind a Mafên Mirovan ê Neteweyên Yekbûyî (NY) Michelle Bacheletê ragihand, planên îlhaqa hin herêmên li Şerîeya Rojava yên Îsraîlê "dereqanûnî" ne.
Bacheletê daxuyaniya nivîskî da û diyar kir, divê pêşî li ber planên îlhaqê yên dereqanûnî yên Îsraîlê were girtin, li ser mafên mirovan ên Filistîniyan bandoreke xerabker a van planan wê çêbibe.
Bacheletê planên îlhaqê yên Îsraîlê weke "dereqanûnî" pênase kir û diyar kir ku divê Îsraîl guh bide rayedarên xwe û bangewaziya dinyayê û ji vê "rêya talûke" vegere.
Bacheletê got, "Ji bo ku meriv ji vê biryarê vegere, hê wext heye."