NY ji ber ku li Lîbyayê sivîl dibin hedef bi fikar e

Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand ku li Lîbyayê ji ber zêdebûna pevçûnên çekdar, ew bi fikar in ku hejmara qurbaniyên sivîl zêde bibe.

NY ji ber ku li Lîbyayê sivîl dibin hedef bi fikar e

Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand ku li Lîbyayê ji ber zêdebûna pevçûnên çekdar, ew bi fikar in ku hejmara qurbaniyên sivîl zêde bibe.

Di daxuyaniya nivîskî ya Mîsyona Alîkariya Lîbyayê ya NYyê da hat destnîşankirin ku ew bi fikar, geşedanên xeternak ên dijî sivîlan ên li Terhune û dewrûberê dişopînin.

Di daxuyaniyê da herwiha hat diyarkirin ku xebatên berhevkirina belgeyên li ser binpêkirinan tên domandin da ku ji bo daraza xwemalî û navneteweyî werin pêşkêşkirin.

Hikûmeta Rêkeftina Neteweyî (HRN) ku xwedî meşrûiyeta navneteweyî ye, ragihandibû ku di êrîşa asîmanî ya dijî bajarê Msallata ya balafirên şer ên Mîrektiyên Yekbûyî yên Erebî ku piştgiriyê dide serkêşê milîsên çekdar Xelîfe Hafter da 3 sivîl hatin kuştin. Herwiha NYyê piştî daxuyaniya navborî ya HRNê, ev daxuyaniya nivîskî belav kir.

Serokê hêzên eskerî yên li rojhilatê Lîbyayê General Xelîfe Hafter ji bo bidestxistina Trablusê 4ê nîsanê fermana êrîşê dabû û îdia kiribû ku ew ê 48 saetan da paytextê bixin bin kontrola xwe. Li ser vê yekê yekîneyên HRNyê jî dest bi operasyona bersivdayînê ya bi navê "Burqan el-Xezeb" kiribûn.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE