NYê ji ber pêşhatên li Trablûsê hişyarî da

UNSMILê derbarê bi cihbûna yekeyên eskerî li hin deverên Trablûsê û girtina hinek caddeyan ji hatûçûnê re daxuyaniyeke nivîskî belav kir.

NYê ji ber pêşhatên li Trablûsê hişyarî da

Mîsyona Piştevaniyê ya Neteweyên Yekbûyî li Libyayê (UNSMIL) hişyariya wê yekê da ku muhtemel e ew pêşhatên li Trablûsa paytext ber bi şer ve veguhere.

UNSMILê derbarê bi cihbûna yekeyên eskerî li hin deverên Trablûsê û girtina hinek caddeyan ji hatûçûnê re daxuyaniyeke nivîskî belav kir.

Di daxuyaniyê de hişyariya wê yekê hat dayin ku muhtemel e ew tevgera li paytext veguhere şer û pevçûnan û wiha hat gotin: "UNSMIL ji ber pêşhatên derbarê asayişa li Trablûsê bi fikar e."

Di daxuyaniyê de herwiha bo aliyên li Libyayê bangawazî hat kirin ku bi eqlê selîm tev bigerin, hilbijartinên ji bo derbasbûna pêvajoya asayî, di atmosfereke aşitiyane de werin encamdan û ji bo vê jî jîngeheke ewledar bê avakirin.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE