NY: Ji ber êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezeyê herî kêm 75 hezar Filistînî ji warê xwe bûn

Berdevkê Ofîsa Kordînasyona Karên Mirovî ya NYyê (OCHA) Jens Laerke ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand di êrîşên Îsraîlê yên ji 10ê gulanê vir va dibe li ser Xezeyê da 63 jê zarok tevahî 219 kes hatin kuştin, 1570 kes jî birîndar bûn.

NY: Ji ber êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezeyê herî kêm 75 hezar Filistînî ji warê xwe bûn

Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand ji ber êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezeyê herî kêm 75 hezar Filistînî ji cî û warên xwe bûne.

Berdevkê Ofîsa Kordînasyona Karên Mirovî ya NYyê (OCHA) Jens Laerke ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand di êrîşên Îsraîlê yên ji 10ê gulanê vir va dibe li ser Xezeyê da 63 jê zarok tevahî 219 kes hatin kuştin, 1570 kes jî birîndar bûn.

Laerke got li Şerîeya Rojava jî 4 jê zarok, 25 kes hatin kuştin û 6 hezar û 309 kes jî birîndar bûn.

Ji bo aliyê Îsraîlê jî Laerke anî ziman 2 jê zarok, 12 kes hatin kuştin û 796 kes jî birîndar bûn.

Laerke wiha got: "Li Xezeyê pevçûnên di navbera hêzên Îsraîlê û komên çekdar da çêdibin kete roja nehemîn, lê hinekî xurttir dewam kir. Qudsa Rojhilat jî di nav da li Şerîeya Rojava pevçûnên di navbera hêzên Îsraîlê û Filistîniyan da jî zêde bûn. Gelemperî rewş ne baş e."

Berdevk Laerke daxuyand heta agirbest çêbibe ji bo alîkariya mirovî li Xezeyê bê belavkirin divê pevçûn bên rawestandin.

Laerke ragihand ji ber êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezeyê herî kêm 75 hezar Filistînî ji cî û warên xwe bûne, ji van 47 hezar kesî xwe spart 58 dibistanên Ajansa Alîkariya Penaberên Filistînî ya Neteweyên Yekbûyî (UNRWA)

Laerke got malbatên herêmê 28 hezar û 700 kesên ji cî û warên xwe bûne li malên xwe kirin mêvan.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE