NY ji bo rapora Kaşikçi spasiya Tirkiyeyê kir

Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a NYyê ji ber hevkariya ku der barê lêpirsîna cinayeta Kaşikçi da kir û niyeda wî ya baş "gelekî minetdarê Tirkiyeyê ye"

NY ji bo rapora Kaşikçi spasiya Tirkiyeyê kir

Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan (OHCHR) a Neteweyên Yekbûyî (NY) da zanîn ji ber ku ji bo ronîkirina cinayeta Cemal Kaşikçiyê rojnamevanê Siûdî hevkarî kir "minetdarê Tirkiyeyê ye".

OHCHR der barê rapora ku Agnes Callamarda Raportora Taybet a Înfazên Keyfî û Bêdaraz a NYyê der barê cinayeta Kaşikçi da amade kir daxuyaniyeke nivîskî da.

Di daxuyaniyê da hat ragihandin ku "ji ber hevkariya ku di lêpirsîna cinayetê da kir û niyeda wî ya baş gelekî minetdarê Tirkiyeyê ye."

Di daxuyaniyê da hat gotin ku "Cinayeta Kaşikçi encama plankirineke bi hûrgilî ya ku bi kordînasyoneke berfireh hatiye kirin û ji bo wê gelekî çavkaniyên mirovî û finansî hatiye veqetandin bû. Ji hêla rayedarên payebilind va hatiye kontrolkirin, plankirin û pesendkirin. Bi zanebûn hatiye kirin."

Di rapora 101 rûpelî ya li OHCHRyê eşkere kir da Erebistan bi zanebûn û qesdî kuştina Cemal Kaşikçi hatibû sûcdarkirin.

Di raporê da hatibû destnîşankirin ku Prensê Welîehd ê Erebistana Siûdî Mihemed bîn Selman jî di nav da ji bo ku der barê rayedarên payebilind da lêpirsîn bê kirin delîlên pêbawer hene.

Di raporê da herwiha bangî Sekreterê Giştî yê NYyê Antonîo Guterres kirin ku der barê kuştina Kaşikçi da lêpirsîna krîmînal a temamker bide destpêkirin, mueyîdên der barê kuştina Kaşikçi da divê Prensê Welîehd û mal û milkên wî yên şexsî yên li dervayî welêt jî di xwe da bihewîne.

Di rapora NYyê da hatibû gotin ku "Erebistana Siûdî ji ber ku îmtiyazên dîplomatîk îstismar kiriye û qanûna li dervayî axên xwe bikaranîna hêzê binpê kir divê ji hikûmeta Tirkiyeyê lêborînê bixwaze." û bangî Erebistana Siûdî kiribûn ku ji Amerîkaya ku Kaşikçi lê dijiya jî lêborîn bê xwestin.

AA

Dîroka nûkirinê: 20 Hezîran 2019, 16:31
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE