Nûnerê Taybet ê Sûriyeyê yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Şêwirmendê Însanî yê biqidem Najat Rochdî hişyarî da û got ku heke tundiya li herêma rojavayê bakurê Sûriyeyê bi dawî nebe, felaketeke mezin a însanî wê çêbe.
Rochdî der heqê bajarê Îdlibê û kampên Al Hol û Ruqbanê da daxuyaniya nivîskî da û bal kişand ser êrîşên ku hefteyên dawîn li herêmê zêde bûne.
Rochdî diyar kir ku personelê NYê yê li qadê der heqê rewşa bêmerhemet a li rojavayê bakurê Sûriyeyê da rapor dan wan û wiha dewam kir, "Li Îdlibê pêdiviya 3 milyon însanî bi parastinê heye. Heke tundî bi dawî nebe, felaketeke mezin a însanî wê çêbibe. Tesîra şer û êrîşan di heman demê da li ser sivîlên ku li herêmên bin kontrola dewletê da dijîn jî çêdibe."
Rochdî wiha got:
"Parastina sivîlan ji her tiştî girîngtir e. Hemû aliyên ku şer dikin, divê li gor hiqûqa navneteweyî tevbigerin û demildest ji sûcên şer ên wek xerabkirina tesîsên tibî, dibistan, bazar û cihên îbadetê dûr bisekinin û êrîşên dijî sivîlan û binesaziyên sivîl bidin sekinandin."
AA