NY ji bo Xezzeyê kom bû

NY piştî êrişên Israîlê bi awayekî derasayî kom bû.

NY ji bo Xezzeyê kom bû

Neteweyên Yekbûyî piştî êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezzeyê bi awayekî derasayî kom bû. Nûnerê Berdewamî yê Filistînê yê Neteweyên Yekbûyî Riyad Mansûr li hember Amerîkayê nerazîbûna xwe nîşan da û got; ji ber helwesta Amerîkayê konsey bi kêrî tiştekî nayê.

Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî ji bo ku li ser êrişên Xezzeyê biaxive, bi awayekî derasayî kom bû. Nûnerê Filistînê yê Neyeweyên Yekbûyî Riyad Mansur got; berpirsiyariya konseyê avakirina aştî û aramiyê ye. Heta ku aştî û aramî pêk were, em ê her roj li ber deriyê Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî bin. Mansur Amerîka jî rexne kir û diyar kir ku ji ber helwesta Amerîkayê Konsey pêşî li konseyê tê girtin û konsey nikare tu gavan biavije.

Nûnerê Daîmî yê Fransayê yê Netweyên Yekbûyî Françios Delattre jî wiha got: "Israîl hêzeke gelek mezin li dijî Filistîniyan dişuxulîne. Tundiyeke mezin tê kirin. Ewlehiya Israîlê jî di talûkê de be, dîsa jî tundiyeke wisa nayê qebûl kirin.

Hat zanîn ku ji civînê tu encam derneketin.

Dîroka nûkirinê: 14 Mijdar 2018, 11:23
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE