NY: Ji Marîupolê texliyeya sivîlan berdewam e

NY: Ji Marîupolê texliyeya sivîlan berdewam e

Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand, li bajarê Marîupolê yê Ukraynayê yê di bin dagiriya yekîneyên Rûsî da texliyeya sivîlan berdewam e.

Berdevkê Ofîsa Ukraynayê ya Kordînasyona Karûbarên Însanî ya NYyê Saviano Abreu di daxuyaniya nivîskî da destnîşan kir, bi hevkariya NY û Komîteya Xaça Sor a Navneteweyî va texliyekirina bo Zaporîzkayê ya gelek jin, zarok, kalemêr û pîrejinên ku bi qasî 2 mehan e li tesîsa Azovstalê ya li Marîupolê mehsûr mane, didome.

Abreu diyar kir ku texliyeyê di 29ê Nîsanê da dest pê kir û her wiha sivîlên tên texliyekirin alîkariya mirovî û piştgiriya psîkolojîk distînin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE