NY: Ji serê salê heta niha 30 hezar Yêmeniyan malên xwe terikandin

Li gor daxuyaniya nivîskî ya ku li ser ofîsa Yêmenê ya KBPNYyê hat dayîn, li welêt ji 2015an ku şer dest pê kir vir va jimara penaberan derket 4,3 milyonî û ev jimar her ku diçe zêdetir dibe.

NY: Ji serê salê heta niha 30 hezar Yêmeniyan malên xwe terikandin

Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (KBPNY) ragihand, li Yêmenê di nêzî 3 meh û nîvan da 30 hezar kes bûn penaber.

Li gor daxuyaniya nivîskî ya ku li ser ofîsa Yêmenê ya KBPNYyê hat dayîn, li welêt ji 2015an ku şer dest pê kir vir va jimara penaberan derket 4,3 milyonî û ev jimar her ku diçe zêdetir dibe.

Di daxuyaniyê da wiha hat gotin, "Ji serê salê vir va nêzî 30 hezar Yêmenî mecbûr man û cî û warên xwe terikandin.

KBPNYê bal kişand ser giringiya ku li Yêmenê îstiqrara mayînde û aştî çêbibe.

Li Yêmenê Hûsiyên ku Îran piştgiriyê dide wan û hêzên hikûmetê bi salan e şer dikin û di vî şerî da nêzî 377 kesan can da. Yêmen li dinyayê di nava welatên herî xizan da cih digire û li welêt ji ber şerê navxweyî qeyrana mirovî jî pir zêde dibe.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE