Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand, li bakurê rojavayê Sûriyeyê nêzî 1000 çadirî di binê berfê da tep bûn, Sûriyeyiyên ku ji cî û warên xwe bûne di sir û seqema zivistanê da tengasiyeke pir mezin dikişînin.
Alîkarê Kordînatorê Însanî yê Herêma Sûriyeyê Mark Cutts bi rêya vîdeo konferansê civîna çapemeniyê li dar xist û bal kişand ku li rojavayê bakurê welêt germa hewayê ket binê sifirê û Sûriyeyiyên ku di çadiran de dimînin, tengasiyeke pir mezin dikişînin.
Cutts daxuyand ku nêzî 1000 çadirî di binê berfê da tep bûn û tesîra sir û seqemê li 250 hezar Sûriyeyiyan çêdibe.
Cutts daxuyand ku xebatkarên alîkariya însanî Sûriyeyî ji binê çadirên ku tep bûn, derxistin û gelek Sûriyeyî jî berfa ser çadira xwe bi destan davêjin.
Cutts bal kişand, zarokên ku solên wan ên zivistanê tunene bi şimikan li ser berf û cemedê dimeşin, par ji bo Sûriyeyê 4 milyar dolar foneke alîkariyê hewce dikir lê tenê ji sedî 45ê fonê hat berhevkirin û divê civaka navneteweyî alîkariyan zêde bike.
AA