Dîrektorê Şaxa Têkoşîna Dijî Terorê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) Vladimir Voronkov diyar kir ku li Sûriye û Iraqê di navbera 6 û 10 hezarî da endamên DEAŞa rêxistina terorê hene.
Voronkov brîfîng da Konseya Ewlehiya Neteweyyên Yekbûyî (KENY) û destnîşan kir ku ji bo aştî û ewlehiya navneteweyî talûkeya DEAŞê dewam dike.
Di axaftina xwe da Voronkov ragihand ku DEAŞ digel berterefkirina lîder û endamên wê li herêmên şer û pevçûn hene xebatên xwe zêdetir dike. Voronkov got ku li Sûriye û Iraqê di navbera 6 hezar û 10 hezarî da endamên DEAŞê hene.
- Di navbera 25 milyon û 50 milyon dolarî da dahata DEAŞê heye
Voronkov bal kişand ser mezinbûna komên din ên bi DEAŞê ra têkiliya wan heye û hişyarî da ku heke ew kom çalakiyên xwe yên li parzemîna Afrîkayê zêdetir bikin encamên derkevin holê ji bilî parzemînê çar aliyî eleqedar bike.
Li gor rapora Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres a der heqê DEAŞê da wisa tê texmînkirin di navbera 25 milyon û 50 milyon dolarî da dahata DEAŞê heye.
AA