Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand, şerê ku li Ukraynayê dewam dike, pir xerabker e, heta niha jimara kesên ku Ukrayna terikand û li nav welêt ji cî û warên wan hatin kirin, derket 10 milyonî.
Komîserê Payebilind ê Penaberên NYê Filippo Grandi li ser Twitterê daxuyanî da û wiha got, "Şerê li Ukraynayê ew qas xerabker e ku 10 milyon kes an di nav welêt da ji cî û warên xwe bûne an jî wekî penaber revîne derveyî welêt."
Grandi destnîşan kir, li her derê dinyayê di rûyê kesên ku şer derdixin da sivîlên ku mecbûrî malên xwe diterikînin û di nav êş û eleman da dijîn, hene.
Li gor daxuyaniya ku duh ji NYê hat dayîn, piştî ku Rûsyayê êrîşî Ukraynayê kir, 3 milyon û 328 hezar û 692 penaber derbasî welatên cînar bûn.
Li Ukraynayê ji 24ê sibatê destpêka şer vir va tenê ji 2 milyonî zêdetir penaber derbasî Polonyayê bûbûn.
518 hezar û 269 penaber derbasî Romanyayê bûn û 359 hezar û 56 penaber jî derbasî Moldovayê bûn.
AA