NY: Li Ukraynayê 422 hezar sivîl ji welêt revîn û xwe spartin welatên cînar

NY: Li Ukraynayê herî kêm 102 sivîl hatin kuştin, 422 hezar penaber derbasî welatên cînar bûn

NY: Li Ukraynayê 422 hezar sivîl ji welêt revîn û xwe spartin welatên cînar

Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand, piştî ku Rûsyayê êrîşî Ukraynayê kir, li Ukraynayê 102 sivîl hatin kuştin, 304 sivîl birîndar bûn, piştî êrîşan 422 hezar penaber jî derbasî welatên cînar bûn.

Rûniştina 49emîn a Konseya Mafên Mirovan a NYê li Ofîsa Cenevreyê ya NYê ya li Swîsreyê dest pê kir.

Komîsera Bilind a Mafên Mirovan a NYê Michelle Bachelet di vekirina konseyê da xeberda û diyar kir ku êrîşa eskerî ya li dijî Ukraynayê jiyana gelek kesan dixe rîskê û wiha dewam kir:

"Ofîsa me ji sibeha pêncşemê û heta şevê din 7 jê zarok 102 kuştî û 304 birîndar tesbît kirin. Piraniya van sivîlan bi topên giran, pergalên roketan ên pirlûle û êrîşên esmanî hatin kuştin. Ez ditirsim ku reqamên rastîn pir zêde bin."

Bacheletê destnîşan kir ku li gor ragihandina Komîseriya Bilind a Penaberan a NYê, 422 hezar sivîl ji welêt revîn û xwe spartin welatên cînar.

Rûniştina 49emîn a Konseya Mafên Mirovan a NYê wê di 1ê nîsanê da kuta bibe.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE