NY: Li Ukraynayê bi qasî 12,8 milyon kes ji cih û warên xwe bûn

NY: Li Ukraynayê bi qasî 12,8 milyon kes ji cih û warên xwe bûn

Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand, li Ukraynaya ku şerê dijî Rûsyayê didome, qedera 12,8 milyon kes ji cih û warên xwe bûn.

Di daxuyaniya nivîskî ya pisporên mafên mirovan ên NYyê da hat diyarkirin, ji 24ê Sibatê vir va ku şer dest pê kir, qedera 12,8 milyon kesî malên xwe terikand, ji van 7,7 milyon kes li nava welêt derbasî ciyên ewletir bûn, zêdeyî 5 milyon kesî jî welat terikand.

Hat ragihandin, piraniya sivîlên malên xwe terikandin di bin tesîra travmayê da ne û lewma jî pêwîstiya wan bi parastina bilez û piştevaniya psîkolojîk heye.

Di daxuyaniyê da her wisa bang li civaka navneteweyî û xêrxwazan hat kirin ku alîkariyên xwe zêdetir bikin da ku bêtir alîkariya sivîlên Ukraynayî were kirin.

- 3 hezar û 280 sivîlî hatin kuştin

Ji aliyekî din va di daxuyaniya li ser malpera Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a NYyê da hat diyarkirin, ji 24ê Sibatê vir va ji ber êrîşên Rûsyayê bi tevahî 3 hezar û 280 sivîl hatin kuştin, 3 hezar û 451 kes jî birîndar bûn.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE