NY: Li Ukraynayê herî kêm 12 milyon kes ji cî û warê xwe hatin kirin

NY: Li Ukraynayê herî kêm 12 milyon kes ji cî û warê xwe hatin kirin

Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand ku ji ber şerê Rûsyayê li dijî Ukraynayê îlan kir ji 12 milyonî zêdetir kes ji cî û warê xwe bûn û nêzî 5 milyon kesî jî xwe spart welatên cîran.

Dîrektorê Giştî yê Rêxistina Koçê ya Navneteweyî Antonio Vîtorîno di brîfînga da Konseya Ewlehiya NYê da got ku li Ukraynayê ji ber şer ji 12 milyonî zêdetir kes ji cî û warê xwe bûn.

Vitorino destnîşan kir ku êrîşên Rûsyayê yên li ser Ukraynayê herî zêde bin wê ji hêla derûniyê va hewcedariyên zarok û mezinan çêbibin û xwest ku li hemberî qaçaxçîtiya mirovan, destdirêjî û tundiyê parastin bê kirin.

Rayedara Komîseriya Bilind a Penaberan a NYê Kelly Clementsê jî got ku nêzî 5 milyon Ukraynayî bûne penaber.


AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE