Di daxuyaniya Komiseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî weşand da der heqê qeyrana penaberan da agahî hat parvekirin.
Di daxuyaniyê da hat gotin ku ji 24ê Sibatê heta 14ê Nîsanê di şer û pevçûnên li Ukaynayê da herî kêm 1982 sivîl hatin kuştin.
Hat gotin ku ji destpêka şer heta niha hejmara sivîlên Ukrayna terk kirin gihîşt 4 milyon û 796 hezar û 245an û ji wan 2 milyon û 720 hezar û 622ên wan derbasî Polonyayê, 726 hezar û 857ên wan derbasî Romanyayê, 484 hezar û 725ên wan derbasî Rûsyayê, 447 hezar û 53yên wan derbasî Macaristanê, 419 hezar û 499ên wan derbasî Moldovayê 329 hezar û 597ên wan derbasî Slovakyayê û 22 hezar û 827ên wan jî derbasî Belarûsê bûn.AA