NY: Li Ukraynayê herî kêm 227 sivîl hatin kuştin

NY: Li Ukraynayê herî kêm 227 sivîl hatin kuştin

Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand, li Ukraynaya ku Rûsya êrîş dikê 227 sivîl hatin kuştin, 525 sivîl birîndar bûn, li gor baweriyê jî jimara rastîn pir zêde ye.

Li gor daxuyaniya nivîskî ya ku ji Ofîsa Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a NYê (OHCHR) daneyên zayîata sivîlan a ji 24ê sibatê saet 04.00î heta 1ê adarê nîvê şevê saet 12.00î eşkere kir.

Li gor vê di şer da 31 mêr, 25 jin, 6 zarokên kurîn, 3 zarokên keçîn, 6 zarok û 156 navsereyên ku zayenda wan hê nayê zanîn, bi tevahî 227 sivîl mirin, 525 sivîl jî birîndar bûn.

OHCHR wisa bawer dike ku jimara rastî ya kuştî û birîndaran zêdetir e.

Ji aliyê din va Alîkara Yekem ê Wezîra Karên Derva yê Ukraynayê Emîne Dzhaparovayê êvarê di Konseya Mafên Mirovan a NYê da axivî û diyar kiribû ku 16 jê zarok bi tevahî 352 sivîlên Ukraynayî hatin kuştin.


AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE