NY: Sûcên DEAŞê li Iraqê dijî Êzdiyan kir nijadkujî ye

NY: Sûcên DEAŞê li Iraqê dijî Êzdiyan kir nijadkujî ye

Neteweyên Yekbûyî (NY) diyar kir ku sûcên DEAŞa rêxistina terorê li Iraqê dijî Êzdiyan kir nijadkujî ye.

Karîm Khanê serokê heyeta NYyê ya li Iraqê lêpirsîna sûcên DEAŞê dimeşand rapora 6an pêşnîyazî Konseya Ewlekariyê ya NYyê kir.

Khan got li gor daneyên ji şahidan, merzelên komî û hard dîskên DEAŞê hatin bidestxistin "qasî çiyayekî" delîl kom kirin, heyeta lêpirsînê delîlên tetmînkar û eşkere yên rayê didin ku DEAŞê dijî Êzdiyan nijadkujî kiriye bi dest xist.

Khan got, "Ji bo tunekirina fizîkî û biyolojîk ya Êzdiyan ultumatoma DEAŞê eşkere ye. Ev anîne hemû endamên civata Êzdî, yan ew ê dînê xwe biguherînin yan jî bimrin."

Khan destnîşan kir ku bi hezaran Êzdî piştî vê ultîmatomê bi komî hatine înfazkirin, bi hezaran kes xistine kole û bi komî tecawizî jinan kirine û jin rastî êşkenceya cinsî mane.

Ekîba NYyê hetanî niha hezar û 444 endamên DEAŞê yên dijî Êzdiyan sûcê nijadkujiyê kirine tesbît kirin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE