NY wê rapora Kaşikçi eşkere bike

Neteweyên Yekbûyî ragihand ku rapora Agnes Callamard a Raportora Taybet a Înfazên Keyfî û Bêdarizandin a NYyê ya der barê cinayeta Cemal Kaşikçiyê rojnamevanê Siûdî da amade kiriye wê îro bê eşkerekirin

NY wê rapora Kaşikçi eşkere bike

Neteweyên Yekbûyî ragihand ku rapora Agnes Callamard a Raportora Taybet a Înfazên Keyfî û Bêdarizandin a NYyê ya der barê cinayeta Cemal Kaşikçiyê rojnamevanê Siûdî da amade kiriye wê îro bê eşkerekirin.

Di daxuyaniya nivîskî ya ku ji Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan (OHCHR) a Neteweyên Yekbûyî (NY) hat dayîn da hat bibîrxistin ku Callamardê der barê cinayeta rojnamevan Kaşikçi da "di mijara berpirsyariya dewlet û şexsan û pêngavên dewletan avêtin da" lêpirsîna mafên mirovan a navneteweyî kir.

Di daxuyaniyê da hat gotin rapora der barê daneyên ku Callamardê der barê lêpirsînê da bi dest xistin dê îro ji ser malpera OHCHRyê bê eşkerekirin.

Hat ragihandin ku Callamard dê herwiha raporê dê 26ê hezîranê da di çarçoveya rûniştina 41emîn a Konseya Mafên Mirovan a ku dê hefteya bê li Ofîsa Cenevreyê ya NYyê dest pê bike da pêşkêşî konseyê bike. Callamard heman rojê dê li ofîsa Cenevreyê ya NYyê bi saeta Tirkiyeyê di saet 14.00ê da der barê raporê da civîna çapemeniyê li dar bixe.

Raportora taybet Callamard di daxuyaniya xwe ya di 28ê adarê da bang kiribû ku kujerên Kaşikçi bila ji kamuyê ra vekirî bên darizandin, ji ber ku lêpirsîn û pêvajoya qanûnî ya der barê cinayetê da zelal nîne Erebistana Siûdî sûcdar kiribû.

AA

Dîroka nûkirinê: 20 Hezîran 2019, 16:24
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE