Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres ew yek bi denyekî bilind şermezar kir ku li Myanmarê artêşê dest danî ser rêveberiyê û karbidestên hikûmeta sivîl destgîr kirin.
Guterres di daxuyaniya xwe ya ku bi rêya berdevkê xwe Stephane Dujarric kir da diyar kir, ew ji ber wê yekê zehf bi fikar e ku li Myanmarê artêşê dest danî ser hemû erkên qanûnçêkirin, birêvabirin û darazê.
Guterres destnîşan kir, vê yekê derbeyeke cidî li reformên demokratîk ên li Myanmarê xist û her wisa ji hêla artêşê binçavkirina Serokê Dewletê Win Myint û Serokê Konseya Dewletê û Wezîrê Karên Derva Aung San Suu Çii bi awayekî bideng şermezar kir.
Guterres bangî artêşa Myanmarê kir ku rêzê nîşanî encamên hilbijartina 8ê Mijdara 2020î û normên demokratîk bide û her wisa bal kişand ku nêrînên cuda divê bi rêya aştiyê, ji tundiyê dûr û di çarçoveya rêznîşandana ji bo mafên mirovan û azadiyên bingehîn da bên çareserkirin.
Artêşa Myanmarê piştî îdiayên ku di hilbijartina 8ê Mijdara 2020î da hîle hat kirin, ragihandibû ku ji bo salekê dest danî ser rêveberiya welêt.
AA