Stephane Dujarricê Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) di daxuyaniya rojane da diyar kir ku li Myamarê eskerên derbekar li dijî zarokan zordarî kirin, ji destpêka derbeyê vir da herî kêm 15 zarok kuştin û loma ekîba NYyê ya li Myanmarê ev yeka şermezar kir û ji ber geşedanan dikeve nav fikaran.
Dujarric destnîşan kir ku agahiya hejmara zarokên di derbeyê da hatin kuştin ji Fona Alîkariya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) hildan.
Koçberên li Myanmarê jî di bin bandora derbeyê da man
Dujarric wiha got: "Rêxistina Koçê ya Navneteweyî (IOM) dibêje ku di nav kesên herî zêde di bin bandora derbeyê da man da koçberên li Myanmarê jî hene."
Berdevk destnîşan kir ku li gor IOMê li Myanmarê ji 4 kesan kesek koçberê navneteweyî ye, li herêmên ku koçberên xwecî lê zêde ne jî ji ber derbeyê tundiyeke mezin heye.
Di daxuyaniyê da hat gotin ku IOMê ji bo parastina mafên sereke yên koçber, bêguneh û gelê Myanmarê bang kir ku tundî were sekinandin. Hat gotin ku ligel şertên dijwar ew ê xebatên piştgiriya koçberên li Myanmarê bidomînin.AA