Komîsera Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) Michelle Bacheletê bangî Erebistana Siûdî kir ku bila pisporên serbixwe yên navneteweyî jî beşdarî lêpirsîna der barê kuştina Cemal Kaşikçi de bibin û bê eşekerekirin ka cesedê Kaşikçi li ku ye.
Bachlettê di daxuyaniya xwe ya nivîskî de ji bo cinayeta Kaşikçiyê rojnamegerê Siûdî de got ku "sûcê kustah ê mirov mat dihêle" kir.
Bacheletê destnîşan kir ku divê kuştina Kaşikçi bi awayekî serbixwe û bêalî bê lêpirsînkirin û sûcdar jî hesabê bidin.
Bacheletê diyar kir "ji bo ku lêpirsîn ji fikarên polîtîk bê paqijkirin" divê pisporên navneteweyî jî bi awayekî ku biksrin bigihêjin delîl û şahidan tevî pêvajoyê bên kirin û got ku "Ez ji ber pêngavên meqamên Tirk û Siûdî yên ji bo lêpirsîna failên ku navê wan di cinayeta Kaşikçi de derbas dibin memnûn im."
Bacheletê bal kişand ku miayeneya edlî û otopsî ji bo ronîkirina cinayetekî de "hêmanên heyatî" ne û nirxandina "Ez bangi rayedarên Siûdî dikim ku bêyî derengî bikeve û bersivên tam nînin bidin bila derxînin holê ku cesedê wî(Kaşıkçı) li ku ye?"AA