NYyê diyar kir ku li Yêmenê di 3 mehan da 215 sivîl hatin kuştin

NYyê diyar kir ku li Yêmenê di 3 mehan da 215 sivîl hatin kuştin

Komîseriya Bilind a Penaberan ya Neteweyên Yekbûyî (KBPNY) diyar kir ku li Yêmena lê şerê navxweyî dewam dike di 3 mehên dawîn da 215 sivîl hatin kuştin.

Di daxuyaniya li ser hesabê Twitterê yê Ofêsa Yêmenê ya KBPNYyê hat dayîn da hat gotin ku ji ber şerê li welêt dewam dike di mehên tîrmeh, tebax û îlonê da 215 sivîl hatin kuştin.

Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku di heman heyamê da gelek malbatan di hildana alîkariyê da tengasî kişand.

Li Yêmena demeke dirêj e lê bêîstiqrarî dewam dike, di navbera Hûsiyan û hêzên rêveberiya meşrû da pevçûn derdikevin.

Hûsî ji îlona 2014an vir da Sanaya paytext û hin herêman kontrol dikin, hêzên di pêşîkêşiya Erebistana Siûdî da jî ji adara 2015an vir da li dijî Hûsiyan piştgiriyê didin hikûmeta Yêmenê.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE