NYyê eşkere kir, li Myanmarê milyonek kes mihtacî alîkariyê ye

Di raporê da hat diyarkirin, li eyaletên rojhilatê başûrê Myanmarê heta niha 160 hezar û 400 sivîlî ji ber pevçûnan malên xwe terikandin.

NYyê eşkere kir, li Myanmarê milyonek kes mihtacî alîkariyê ye

Neteweyên Yekbûyî (NY) eşkere kir, li Myanmarê ji ber pevçûnên ku piştî derbeya eskerî di navbera artêş û komên dijî derbeyê da didomin û her wiha ji ber pirsgirêkên aboriyê rewşa milyonek însanî xirab bûye û mihtacî alîkariyê ne.

Di rapora ku ji hêla Ofîsa Kordînasyona Alîkariya Mirovî ya NYyê hat amadekirin da daneyên rewşa herêmên ketin ber pevçûnan hatin parvekirin ku li Myanmarê ji derbeya eskerî ya 1ê Sibatê vir va alozî lê didome.

Di raporê da hat diyarkirin, li eyaletên rojhilatê başûrê Myanmarê heta niha 160 hezar û 400 sivîlî ji ber pevçûnan malên xwe terikandin.

Her wisa hat balkişandin, ji ber fikarên ewlekariyê alîkariya mirovî ji bo sivîlên ku li van herêman xwe spartine herêmên çiyayî û daristanan nayê şandin.

Di raporê da her wisa hat diyarkirin, ji derbeya eskerî vir va li welêt ji ber nebûna îstiqrara siyasî, pevçûn û derbeyê aboriya welêt di rewşeke neyînî da ye û ji ber vê çendê jî bi qasî milyonek însan mihtacî alîkariyê ye.

Li Myanmarê di çarçoveya kampanyaya alîkariyê ya ku NYyê ji bo mihtacan da destpêkirin da hatibû plankirin ku ji bo 944 hezar kesî bi tevahî 276 milyon dolarê Amerîkayê alîkariya mirovî were berhevkirin, lêbelê heta niha bi tenê 49 milyon dolar hatiye komkirin.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE