Berdevkê Sekreterê Giştî yê NYyê Stephane Dujarrîc daxuyand ew piştgiriyê didin mizakereyên ji bo şerê di navbera Ukrayna û Rûsyayê da dawî bibe tên kirin û hêviya wan ew e ku hevdîtin bi serkeftî derbas bibin.
Dujarrîc anî ziman ew ji bo hewldanên Tirkiyeyê yên der barê mijarê da spasiyê dikin, hêvî dikin êdî gotinên tên axaftin bikevin rewacê û çek neyên bikaranîn.
- Hejmara penaberan ji 4 milyonî derbas kir
Li gor NYyê piştî şerê Rûsyayê ya di 24ê sibatê dijî Ukraynayê da destpêkirin 4 milyon kes ji welat derketin, 6 milyon û nîv kes jî di hundirê welêt da ji cih û warên xwe bûn.
Tê texmînkirin 13 milyon kes jî di navbera pevçûnan da asê mane û nikarin herin cihekî.
Li gor UNICEFê ji ber şer 2 milyon zarok bûn penaber, ji 2 milyon û nîvî zêdetir zarok jî di nav welêt da ji cih û warên xwe bûn.
AA