Li Sûriyeyê ji ber êrîşên rejima Beşar Esed û alîgirên wê ku li dorbera rojava û başûrê Helebê ku di nav Herêma Kêmkirina Aloziyê ya Îdlibê da ne dike di 2 rojên dawîn da qederê 13 hezar sivîlên din jî koçî nêzî sînorê Turkiyeyê kirin.
Li gor agahiyên Kordînatoriya Midaxeleyê ya Sûriyeyê ji ber êrîşên ku Rûsya jî ji esman va destekê dide ji Xan Asal, Kefer Naha û Eyn Carayê sivîl koç dikin.
Li gor agahiyan ji ber êrîşan di 2 rojên dawîn da ji 2 hezar û 386 malbatan 12 hezar û 884 ji cî û warê xwe bûn.
Sivîlên koç dikin qismek tên nêzî sînorê Turkiyeyê û qismek jî koçî herêmên Çiqlê Zeytûnê û Mertalê Feratê dikin.AA