Operasyona hevpar a artêşa Iraqê û pêşmergeyan

Artêşa Iraqê û Pêşmergeyan ji bo berterefkirina bermayiyên DEAŞa rêxistina terorê ya li wîlayeta Diyalayê ya nêzî sînorê Îranê bi hevkarî dest bi operasyonê kirin

Operasyona hevpar a artêşa Iraqê û pêşmergeyan

Hêzên hikûmeta navendî ya Iraqê û Pêşmergeyên Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) piştî 3 salan cara ewil ji bo berterefkirina bermayiyên DEAŞa rêxistina terorê ya li wîlayeta Diyalayê ya nêzî sînorê Îranê bi hevkarî dest bi operasyonê kirin.

Alîkarê Fermandarê Operasyonên Hevkar ên artêşa Iraqê Tuxgeneral Evdilemir eş-Şamarî daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku li qada 17 hezar metreqere çol û çiyayên wîlayeta Diyalayê ya di navbera Iraq û HKIyê da cih digire operasyona eskerî dest pê kir.

Şamarî ragihand armanca operasyonê ewe ku bermayiyên ji DEAŞê mane bên paqijkirin û li wîlayeta Diyalayê bila aramî û ewlehî bi cih bibe.

Di daxuyaniya xwe da Şamarî bibîr xist ku artêşa Iraqê û Pêşmergeyên HKIyê herî dawîn di sala 2017n da bi hevkarî operasyon biribûn serî û ji wê rojê heya niha ev cara ewile ku herdu alî bi hev ra operasyoneke hevpar wê bibin ser.

Sekreterê Giştî yê Wezareta Pêşmerge ya HKIyê Cabbar Yaver di 4ê Tîrmehê da daxuyanî dabû û gotibû ku artêşa Iraqê û Pêşmerge li Diyala, Kerkûk, Selahaddîn û Mûsilê ji bo têkoşîna li dijî terorê 4 navendên operasyona hevkar ava kirin.

Hêzên hevkar ên di bin emrê hikûmeta navendî ya Iraqê da bûn di Cotmeha sala 2017an da operasyon biribûn ser herêmên biniqaş ên di destê Pêşmergeyan da bûn.

Pêşmerge jî ji ber operasyona Bexdayê Kerkûk di serî da ji hemû herêmên biniqaş ên di dest xwe da digirt vekişiya.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE