Ji ber ku li Çinê şewba coronovîrusa nû derketiye û meriv ji hev hildidin, welatiyên Türkiyeyê yên li Wuhana bajarê Çinê ne, wê bînin Türkiyeyê. Balafira kargoyê ya eskerî ji bo ku here Çinê û welatiyan bîne Türkiyeyê, ji Kayseriyê rabû û hat Balafirgeha Eskerî ya Etimseguta navçeya Ankarayê.
Balafira ambulans wê welatiyên ku li Wuhanê dijîn û dixwazin vegerin Türkiyeyê, wê bîne Türkiyeyê.
A400M balafira kargoyê ya Artêşa Türkiyeyê ji Fermandariya Baregeha Gîhandinê ya 12emîn a Kayseriyê rabû û hat Ankarayê. Di çarçoveya operasyona texliyekirinê ya Wezareta Tenduristiyê da balafir piştî ku ekîp û ekîpmanên tenduristiyê hilde, wê here Çinê.
Balafira ambulans wê welatiyên ku li Wuhanê dijîn û dixwazin vegerin Türkiyeyê, wê bîne Türkiyeyê.
AA