Di daxuyaniya Wezareta Parastinê ya Azerbeycanê da hat diyarkirin ku operasyonan bi şev li Axdere, Xocawend, Fuzulî, Hadrut û Qubadliyê dewam kirin.
Hat ragihandin ku hêzên Ermenistanê bi top û hewanan êrîşî xeta parastinê ya artêşa Azerbeycanê kirin, li dijî vê gule hatin agirkiririn û li îstiqametên Xocawend, Fuzulî û Qubadliyê zeyîat hat dayîn.
Hat destnîşankirin ku sîlah, cebilxane û depoyên sotemeniyê yên artêşa Ermenistanê hatin îmhekirin û hêzên Ermenistanê ji hin aliyan vekişiyan.
Hat ragihandin ku artêşa Azerbeycanê çend ciyên piştgiriyê yên hêzên Ermenistanê îmhe kirin, xetên ragihandinê yên girîng hilda kontrola xwe û girên girîng ji dagiriyê xilas kirin.
Hat gotin ku li xetên eniyan pevçûnan dewam kir û rewş di kontrola artêşa Azerbeycanê da ye.
AA