Operasyonên artêşa Azerbeycanê yên ji bo axa xwe rizgar bike dabû destpêkirin, dewam dikin.
Li gor daxuyaniya Wezareta Parastinê ya Azerbeycanê şev li aliyê Axdere, Fuzulî, Hadrut, Cebraîl, Gudabli û Zengîlanê van cihên ku hêzên Ermenistanê li ber xwe didin operasyonan dewam kir.
Hat daxuyandin artêşa Azerbeycanê 2 tankên T-72, 4 pergalên moşekan ên Grad, obuseke D-30 û 5 wesayîtên artêşa Ermenistanê îmha kir.
Hat gotin gelek eskerên Ermenistanê hatin berterefkirin, li eniyê kontrol di destê artêşa Azerbeycanê da ye.AA