Otekaya çiyayê agirîn yê li Girava Suwanoseya Japonyayê teqiya

Otekaya çiyayê agirîn yê li Girava Suwanoseya Japonyayê teqiya

 Çiyayê Agirîn ê Otekaya li Girava Suwanoseya Kagoşîmaya eyaleta Japonyayê ye teqiya.

Ajansa Meteorolojiyê ya Japonyayê (AMJ) ragihand ku li gor saeta herêmî berdestê sibehê di saet 02.57an da teqîn çêbû û zinarên dora devê çiyayê agirînê perçe perçe bûn qasî kîlometreyekê virviriyan.

Li gor nûçeya ku ajansa Kyodoyê spart otorîteyên herêmî tiştek bi kesên li cî û warên der û dora çiyê dijîn, nehat.

AMJyê asta hişyarkirina tevgera volkanîkê di asta 3yemîn da nîşan da û ew jî tê wê meneyê ku bila "welatî nêzî çiyayê agirîn nebin."

Hat gotin ji ber teqînan dibe ku kevir û zinarên li dora devê çiyayê agirîn heta 2 kîlometreyan bipekin û welatî di vê mijarê da hatin hişyarkirin.

Girava Suwanoseyê bi qasî 230 kîlometreyî li başûrê Kagoşîmaya eyaleta Japonyayê dikeve.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE