Otela ecêb a li Çînê

Li Çînê ocaxa keviran a berê kirin otel, 16 qat di binê erdê de ye

Otela ecêb a li Çînê

Li çînê oteleke ecêb hat vekirin. Mişteriyên otelê wê him xizmeteke luks dibînin him jî wê di odeyên binê erdê de bikevin xeweke giran.

Otel 18 qatî ye û 16 qatên wê di binê erdê de ne…

Heta du qat jî di binê avê de ne…

Li nêzî Şanghaya Çînê ocaxeke kevn a keviran bû oteleke mezin.

Otel him luks e him jî ecêb e; 88 metre bi binê erdê ve diçe.

Tevdîrên ji bo erdhêjê hatine girtin…

Ji bo tehlûke dernekeve asta avê tê kontrolkirin.

Û ji bo rewşeke awarte ya wekî şewatê riyên xilasbûne hatine çêkirin..

Li ser hemû hûrgiliyan fikirîne…

Otel di 12 salan de hat vî halî.

Gelo ev hemû çiqas girtiye?

Ji bo restorasyona otelê milyarek yuan; yanî bi pereyê Tirkiyê 771 milyon lîre hatiye xerckirin.

Di projeyê de 5 hezar karker xebitîn û 70 hezar ton beton hat rijandin.

Otel, wê mişteriyên xwe yên ewil hefteya pêş me biezimîne. Bihaya odeyekê jî di navbera 3 û 4 hezar lîreyî de ye.

Dîroka nûkirinê: 17 Mijdar 2018, 18:14
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE