Papa got ku bûyerên destavêtinê yên li dêrên Fransayê "şermeke mezin" e

Papa got ku bûyerên destavêtinê yên li dêrên Fransayê "şermeke mezin" e

Lîderê rûhanî yê Katolîkan û Serokê Dewleta Vatîkanê Papa Franciscus diyar kir ku bûyerên destavêtinê yên li dêrên Fransaşermezariyeke mezin e.

Ji salên 1950î vir va herî kêm 2016 hezar zarok rastî destavêtinê hatine.

Papa di rûniştina roja çarşemê ku mirovên ji deverên curbecur tên diezimîne da li ser rapora destavêtina zarokan a li dêrên Fransayê sekinî.

Lîderê rûhanî destnîşan kir ku di raporê da qala gelek mexdûran tê kirin û wiha domand: "Ez ji ber wê bûyera hatiye serê wan dixwazim êş û xemgîniya xwe bînim ziman. Ji ber ku dêr li ser rewşa wan nesekiniye û ew hilnedane rojave xwe ev şermeke mezine ev ji bo min jî şerm e. Ev şermek e."

Li Fransayê di dêran da ji sala 1950yî heta niha 216 hezar zarok ji ber destavêtinê mexdûr bûne û ev yek hatin tespîtkirin.

Serokê Komîsyona Serbixwe ya Îstismara Cinsî ya li Dêran (CIASE) Jean-Marc Sauve diyar kiribû ku Dêra Katolîk li hemberî bûyerên destavêtinê tevdîrên hewce hilnedane.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE