Papa li Hewlêrê bi bavê Alan Kurdî ra hevdîtinek kir

Papa li Hewlêrê bi bavê Alan Kurdî ra hevdîtinek kir

Papa Francîscusê pêşengê dînî yê Katolîkan li Hewlêra bajarê Herêma Kurdistana Iraqê bi bavê Alan Kurdî yê ku li Bodrûma navçeya Mûglayê di bota lastîk da binav bûbû, behrê bedena wî ya bêcan avêtibû qeraxê û ew bi bedena xwe ya bêcan va ketibû rojeva dinyayê ra hevdîtinek pêk anî.

Di daxuyaniya Vatîkanê da hat gotin Papa piştî ayîna li Stadyuma Franso Herîrî bi Abdullah Kurdiyê bavê Alan Kurdî ra hat bal hevdu.

Hat gotin Papa êşa Abdullah Kurdiyê ku malbata wî miriye guhdar kir, Kurdî jî ji ber eleqeyê spasiya Papa kir û wêneyekî Alan da wî.

Di 2yê Îlona 2015an da bota lastîk ya ku penaber têdabûn û wan dixwest bi qaçaxî derbasî Yewnanistanê bin li Bodrumê binav bûbû. Alan Kurdiyê 3 salî yê Sûriyeyî, birayî wî û diya wî jî di nav da û 5 kes xeniqîbûn.

Wêneyên cinazeyê Alan Kurdî yên ku nîşan didin bedena wî li peravên behrê xistiye li dinyayê bûbû rojev. Rûyê xedar ê şerê Sûriyeyê careke din derketibû holê û pirsgirêka penaber di rojeva civaka navneteweyî da cih girtibû.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE