Papa li Hewlêrê bi Serokê HKIyê Nêçîrvan Barzanî ra hevdîtin kir

Papa li Hewlêrê bi Serokê HKIyê Nêçîrvan Barzanî ra hevdîtin kir

Papa Franciscusê pêşengê rûhanî yê Katolîkan li bajarê Hewlêrê bi Serokê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Nêçîrvan Barzanî ra hevdîtin kir.

Papa serê sibê li Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê bi merasima fermî hat pêşwazîkirin. Papa û Serokê HKIyê Barzanî li balafirgehê di salona pêşwazîkirina rayedarên taybet da hevdîtin kir.

Barzanî di hevdîtina ku bi Papa ra kir da diyar kir ku ew şanaz in ku wî li Hewlêrê diezimînin.

Barzanî wiha got, "Ji bo azadiya dîn û baweriyê baweriya me tam e. Di navbera baweriyan da xweşbînî, pêkvejiyan û qebûlkirina hevdu parçeyeke çanda me ye. Em bi hemû hêza xwe hewl didin ku vê çandê biparêzin. Em her tim ligel diyalog û aştiyê ne."

Dema ku Papa hat balafirgehê Serokwezîrê HKIyê Mesrûr Barzanî, Alîkarê Serokwezîr Qubat Telebanî, Serokê HKIyê yê berê û serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mesut Barzanî û rayedarên din ên hikûmetê jî amade bûn.

Papa piştî ku li balafirgehê bi Barzanî ra hevdîtin kir, bi firokeyê derbasî Mûsilê bû.

Papa wê li Mûsilê herêma Qereqûşê ku piraniya şêniyan Mesîhî ne, ziyaret bike û li wê derê xîtabî wan bike.

Papa wê piştî Mûsilê derbasî Hewlêrê bibe û li Stadyuma Franso Herîrî ayînê bike.

Papa wê ber bi êvarê derbasî Bexdayê bibe, şeva xwe li wê derê derbas bike û serê sibê piştî merasima xatirxwestinê wê vegere Romayê.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE