Hat ragihandin ku hevdîtina lîderê dînî yê Katolîkan Papa Franciscus a bi pêşengê dînî yê herî mezin ê Şiiyan Elî es-Sîstanî ra dest pê kir.
Li gor ajansa nûçeyan a fermî ya Iraqê karwanê wesayîtên Papa tê da bû ji Balafirgeha Necefê çû mala Sîstanî. Hevdîtina Papa û Sîstanî li mala pêşengê Şiiyan dest pê kir.
Papa Franciscus duh li Bexdayê bi Serokomarê Iraqê Berhem Salih û Serokwezîrê Iraqê Mistefa el-Kazimî ra hevdîtin kiribû. Pêşengê Katolîkan Dêra Seyyîdetul Necat a li Bexdayê jî ziyaret kiribû.
Tê payîn piştî Necefê wê Papa biçe Ur a bajarê dîrokî ya ku li Nasiriyê ye.AA