Parlamenterê Iraqî ji ber kuştina çalakvanên li Necefê îstifa kir

"Li Iraqê daxwaza xort, jin û zarokan welat bû. Ji bilî vê tiştek nedixwestin. Hikûmeta daxwazên wan bi paş de avêtin. Li hin bajaran çalakvan şehîd ketin. Ez ê ligel gelê Iraqê bim û ji ber vê ez ji parlamenteriyê îstifa dikim."

Parlamenterê Iraqî ji ber kuştina çalakvanên li Necefê îstifa kir

 Talal Bîlalê Parlamenterê Necefê yê lraqî ji ber kuştina çalakvanên li bajêr îstifa kir. 

Bîlal li ser hesabê xwe yê medyaya civakî peyameke bivîdyo weşand û wiha got:

"Li Iraqê daxwaza xort, jin û zarokan welat bû. Ji bilî vê tiştek nedixwestin. Hikûmeta daxwazên wan bi paş de avêtin. Li hin bajaran çalakvan şehîd ketin. Ez ê ligel gelê Iraqê bim û ji ber vê ez ji parlamenteriyê îstifa dikim."

Li Necefa bajarê li başûrê Iraqê ya herî zêde welatiyên Şiî lê dijîn di çalakiyên dijî hikûmetê da di encama midaxeleya hêzên ewekariyê da 18 kes hatin kuştin û kêmzêde 350 kes birîndar bûn.

Pêr bi sedan çalakvanî li Necefê agir berdabûn Serkonsolosxaneya Îranê.  

Çalakiyên li Iraqê

Li Iraqê di xwepêşandanên ji ber bêkarî, gendelî û kêmasiya xizmetên dewletê dest pê kiribûn da ji 1ê cotmehê vir va ji 300î zêdetir kes hatin kuştin û ji 15 hezarî zêdetir kes jî birîndar bûn. 

Li Bexdaya paytextê Iraqê di serî da li bajarên başûr û navîn ên welêt xwepêşandan dewam dikin û li dijî desthilatiya Îranê ya li Iraqê bertek zêde dibin.

Pakêtên reformê yên ji hêla hikûmet va hatin eşkerekirin xwepêşandêran qanî nake. Ji ber ku hêzên ewlehiyê di çalakiyan da tund tevdigerin çalakvan dixwazin Serokwezîr Adil Ebdulmehdî û hikûmet îstifa bikin. AA

Dîroka nûkirinê: 29 Mijdar 2019, 17:13
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE