Parlamentoya Herêma Kurdan civiya

Piştî ku Serok Mesûd Barzanî dev ji wezîfeyê berda tu kes nebû serok

Parlamentoya Herêma Kurdan civiya

Li Rêvebiriya Herêmî ya Kurdan a Iraqê ev salek û nîv e meqama serokatiya herêmî vala ye. Piştî hilbijartinên giştî parlamentoya herêmî cara ewil civiya û ji bo qanûna serokatiyê deng da. Qanûn bi 89 dengan hat pesendkirin. Serokê nû yê herêmê wê ji aliyê parlamentoyê ve bê hilbijartin.

Li Rêvebiriya Herêmî ya Kurdan a Iraqê partiyên siyasî li ser avakirina kabîne li hev kirin.

Bi piştgiriya PDK, YNK û Goranê parlamentoya herêmî civiya.

Pêşnûmaya Qanûna Serokatiyê bi 89 dengan hat qebûlkirin.

Piştî referandûma serxwebûnê, Serok Mesûd Barzanî dev ji wezîfeyê berdabû û ev salek û nîv e meqama serokatiyê vala bû.

Serokatiya Parlamentoyê wê di van 3 rojan de serlêdanên ji bo namzediyê qebûl bike.

Piştî erêkirina serlêdanan, parlamento wê ji bo serokatiyê hilbijartinê li dar bixe.

Tê gotin; di rêvebiriya nû de, ji PDK’ê Nêçirvan Barzanî wê bibe Serokê nû yê herêmê.

Wezîfeya alîkarê serokwezîr Qubad Talebanî jî wê dewam bike.

Ji bo Serokwezîrtiya herêmê jî behsa Mesrûr Barzanî tê kirin.

Dîroka nûkirinê: 09 Gulan 2019, 17:47
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE