Parlamentoya Iraqê mafên îstisnaî yên endamên Partiya Baasê betal kir

Daxwaz hat kirin ku dayîna mehaneya kesên ji rejima berê yên teqawîd bûne bên rawestandin, pereyên revandine dervayî welêt bila paşve bê hildan, ji bo vê vî bila madeyeke qanûnê bê amadekirin.

Parlamentoya Iraqê mafên îstisnaî yên endamên Partiya Baasê betal kir

Parlamentoya Iraqê biryar da ku hemû mafên îstîsnaî yên endamên Partiya Baasê ya ku hatibû girtin û serokê wê Saddam Huseyîn hat îdamkirin bêne betalkirin, dayîna mehaneya xebatkarên ewlehiyê yên rejima berê yên teqawîd bûne jî bên rawestandin.

Ji ofîsa Alîkarê Yekemîn ê Serokê Parlamentoyê Hesen Kabî daxuyaniyek hat dayîn.

Di daxuyaniyê da hat gotin civînek hat kirin û endamên komîsyonên mafên mirovan, ya der barê mehkûm û kuştiyan da û ya der barê hesabdayînê da beşdarî civînê bûn.

Daxwaz hat kirin ku dayîna mehaneya kesên ji rejima berê yên teqawîd bûne bên rawestandin, pereyên revandine dervayî welêt bila paşve bê hildan, ji bo vê vî bila madeyeke qanûnê bê amadekirin.

Di sala 2006an da qanûnek hatibû derxistin ku ensamên Partiya Baasê ji rêvebiriyê bêne jidûrxistin, endamên ewlekariyê yên rejima berê û endamên Baasê di karên dewletê da nexebitin û nebin endamên Parlamentoyê. Lê serokwezîrên hatibûn rêvebiriyê ji bo ku endamên Baasê û hêzên ewlehiyê wezîfeyên xwe bidomînin hin biryarên îstisnaî dabûn.

Di sala 2003yan da dema Şerê Kendavê derket û Amerîkayê Iraq dagir kir, rejima Saddam Huseyîn ya ku ji sala 1979an pê va desthilat bû jî ji holê rakir.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE