Parlamentoya Îngiliz pêşnûmaya reda Brexita nelihevkirî qebûl kir

Li parlamentoya Îngiliz parlamentera ji Partiya Karkeran Caroline Spelmanê pêşniyaza astengkirina Brexita nelihevkirî pêşkêş kir.

Parlamentoya Îngiliz pêşnûmaya reda Brexita nelihevkirî qebûl kir

Parlamentoya Îngiliz pêşnûmaya ku ji bo astengkirina Brexita nelihevkirî hat pêşkêşkirin, qebûl kir.

Pêşnûmaya ku parlamentera ji Partiya Karkeran Caroline Spelmanê pêşkêşî parlamentoyê kir û tê da ew yek tê xwestin ku divê xwe ji Brexita nelihevkirî dûr bixin, di dengdana êvara derbasbûyî da li hemberî 310î bi 318 dengan va hat pejirandin.

Pêşniyaz, îfadeya "Parlamento, bêyî peymaneke veqetînê û herwiha bêyî çarçoveyeke li ser peywendiyên siberojê, cudabûna Îngiltereyê ji YEyê red dike" li pêşnûmaya ku dê îro li parlamentoyê were gotûbêjkirin, zêde dike.

Herwiha di pêşniyazê da ew daxwaz jî heye ku heger parlamentoya Îngiliz heya dawiya sibatê rê nede peymaneke li ser Brexitê, hikûmet dê ji YEyê bixwaze ku dîroka Brexitê paşda bavêje.

Hikûmet mecbûr nîne li gorî pêşniyazê tevbigere, lêbelê tê texmînkirin ku dê li ser hikûmetê zextê bike.

Li gorî pêvajoya asayî Îngiltere divê di 29ê adarê da ji YEyê veqete.

AA

Dîroka nûkirinê: 30 Çile 2019, 11:03
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE