Parlamentoya Îngiltereyê daxwaza hilbijartina pêşwext dîsa qebûl nekir

Li Îngiltereyê pêşniyaza Serokwezîr Borîs Johnson a dixwaze di 15ê cotmehê da hilbijartina pêşwext çêbibe cara duyem hat redkirin

Parlamentoya Îngiltereyê daxwaza hilbijartina pêşwext dîsa qebûl nekir

Li Îngiltereyê pêşniyaza Serokwezîr Borîs Johnson a dixwaze di 15ê cotmehê da hilbijartina pêşwext çêbibe cara duyem hat redkirin û parlamento heta 14ê cotmehê hat tetîlkirin.

Beriya tetîlê li parlamentoyê hin pêşnûmayên der barê Bretîxê da yên ku muxalefetê pêşkeş kiribûn hatin axaftin.

Pêşniyaza Dominic Grieve pêşkêş kiribû li hemberî 302 rayan bi 311 rayan va hat qebûlkirin.

Pêşniyaza ku ji hêla Partiya Karkeran va hatibû pêşniyazkirin jî bêyî ku dengdayîn çêbibe hat qebûlkirin.

- Daxwaza hilbijartina pêşwext a Johnson dîsa nehat qebûlkirin

Li parlamentoyê pêşniyaza Serokwezîr Borîs Johnson a dixwaze di 15ê cotmehê da hilbijartina pêşwext çêbibe cara duyem li hemberî 46 rayên dibêjin "na" bi 293 rayên "erê" va hat redkirin û parlamento heta 14ê cotmehê hat tetîlkirin.

Johnson piştî qebûlnekirina pêşniyazê axivî û got gelê Îngiltereyê ji bo Bretîxê ray daye, lê parlamenter wisa zen dikin ku ew ji gel baştir dizanin.

- Pêvajoya Bretîxê

Serokwezîr Borîs Johnson di 31ê cotmehê da lihevkirinek bibe an nebe, dixwaze Îngiltereyê ji Yekîtiya Ewropayê (YE) derxe.

Serokwezîra berê Theresa Mayê bi YEyê ra peymana Bretîxê kiribû, lê ev peyman li parlamentoyê 3 caran hatibû redkirin.

Piştî îstifaya Mayê Johnson wek serokwezîrê nû hatibû hilbijartin.

Parlamentoya Îngiltereyê di 29ê adarê da Bretîxa bêpeyman a ku dibê çêbûbûya bi derxistina qanûnekê va nexistibû rewacê, rê li ber girtibû.

Hikûmetê bi qebûlkirina YEyê va Bretîxê heta 31ê cotmehê taloq kiribû.

Bêyî lihevkirinê be jî Johnson xwestibû Bretîx çêbibe û li hemberî rêlibergirtina parlamentoyê jî xwestibû parlamento tetîl bibe.

Lê parlamenterên ji mixalefet û Partiya Mihefezakar îstifa kirine vê daxwaza Johnson û daxwaza wî ya hilbijartina pêşwext red kiribûn.

Îngiltereyê di sala 2016an da referandumek çêkiribû û li hemberî ji sedî 48, ji sedî 52 rayan va biryar hatibû dayîn ku welat ji YEyê biqete.

AA

Dîroka nûkirinê: 12 îlon 2019, 16:50
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE