Li gor nûçeya malpera înternetê ya Yedioth Ahronothê, parlamentoya Îsraîlê pêşnûmaya qanûnê ya ji bo fesxê bi dengên 10 parlamenterî va pesend kir.
Li gor daxuyaniya ku ji ofîsa Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahu hat dayîn jî ziyareta Brezîlyayê ya sibê wê were kirin, ji ber ku parlamento hat fesixkirin Netayahu wê dema ziyaretê kin neke.
Serokên partiyên koalîsyonê ku Serokwezîr Netanyahu pêşengê wê ye, pêr biryara hilbijartina pêşwext dabû.
Di danezana hevpar a ku ji aliyê partiyên koalîsyonê va hatibû dayîn da wiha hatibû gotin ku li Îsraîlê sala pêş di meha mijdarê da hilbijartin dihat plankirin, lê hildan meha nîsanê. Çapemeniya Îsraîlê jî gotibû ku hilbijartin wê di 9ê nîsanê da were kirin.
AA