Parlementoya Îngiliz peymana Brexîtê ya Mayê red kir

Serokwezîr May piştî encamên dengdayînê nirxandin kirin û got ku geke mixalefet jêpirsînê bide dibe ku sibê li ser vê hevdîtinê bikin.

Parlementoya Îngiliz peymana Brexîtê ya Mayê red kir

Peymana ji yekîtiyê derketin (Brexît) a ku Theresa Maya Serokwezîra Îngilistanê bi YEyê re îmze kir di dengdayîna parlementoyê de hat redkirin.

Di dengdayîna ku di parlementoyê de ji bo peymana ji yekîtiyê derketin (Brexît) a ku Theresa Maya Serokwezîra Îngilistanê bi YEyê re îmze kir hat kirin hember 202 dengên erê bi 432 dengên nexêr hat redkirin.

Serokwezîr May piştî encamên dengdayînê nirxandin kirin û got ku heke mixalefet jêpirsînê bide dibe ku sibê li ser vê hevdîtinê bikin.

Serokwezîr Îngilistanê Therese Mayê beriya dengdayînê gotibû ku "Dijî peymanê dengdayîn ji bilî nediyariyî, parçebûnê, cihêtiyeke gelekî nelihevker bêtir tiştek din nîne."

Jeremy Corbynê Serokê Partiya Karkeran a di mixalefeta sereke de jî di parlementoyê de beriya dengdayînê cara dawîn axivî û nirxandina "Encama herî baş a îşev redkirina vê peymanê dê encama giştî be."

- Parlementoyê dest danî ser mijarê 

Parlementoya Îngilistanê hefteya borî bi du biryarên ku da budçeya ku hikûmetê ji bo Brexîta nelihevker veqetandibû kêm kiribû û maweya ku May ji bo tawîzên nû bi YEyê re mizakereyê bike bi 3 rojan sînordar kiribû.

Parlemento bi vê biryarê înîsiyatîfa hikûmeta Mayê ya di pêvajoya Brexîtê de bêtir dest danî ser mijarê.

Bi redkirina peymanê tê payîn ku li Îngilistanê hin alternatîfên wekî hilbijartina pêşwext û referandûma nû bên rojevê.

Îngilistan bi referandûma di 23yê hezîrana 2016an de biryar dabû ku ji YEyê veqete.AA

Dîroka nûkirinê: 16 Çile 2019, 17:20
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE