Parlementoya Qanadayê ji bo dibistanên şevînî yên dêrê dest bi kampanyaya îmzeyê kir

Parlementoya Qanadayê ji bo dibistanên şevînî yên dêrê dest bi kampanyaya îmzeyê kir

Parlementoya Federal a Qanadayê der heqê dibistanên şevînî yên dêrê ku niha li welêt ji mijarên herî girîng ên rojevê da ye kampanyaya îmzeyê da destpêkirin.

Di kampanyaya ji ser malpera fermî ya Parlemenotoya Federal dest pê kir da welatiyên Qanadayê û penaberên li welêt ên xwedî heqê mayînê ne dikarin tevlî kampanyayê bibin.

Kesên bixwazin dikarin agahiyên xwe li ser malpera kampanyayê qeyd bikin û di daxuyaniya ji ser malpera kampanyayê hat weşandin da jî wiha hat gotin:

"Li qada Dibistana Avahiya Kamloops a berê ji 200î zêdetir gorên zarokan ên li serê tu agahî tuneye hatibûn dîtin û civakên xwemalî yên li Qanadayê şîna vê yekê digirin. Di nav civakên xwemalî da wisa tê dîtin ku gelek zarokên ji dibistanên şevînî venegeriyane malê xwe di nav sînorên van dibistanên şevînî da hatine veşartin û êdî ev rastî tê zanîn. Pêşengên xwemalî yên li welêt xwedî wê qinaetê ne ku di cî û warên dibistanên berê da jî teqez gorên komî yên li ser wan tu agahî tuneye, hene."

Hat gotin ku tiştên li dibistanên şevînî yên dêrê qewimine di dîroka Qanadayê da wek beşeke veşartî ne û bala hemû civakê dikişîne.

Di malpera înternetê ya parlementoyê da kampanya bi lînka "https://petitions.ourcommons.ca/en/Petition/Sign/e-3484" cî digire û heta 1ê Cotmeha 2021ê wê dewam bike.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE