Parîs bû wekî qada şer

“Cilzeran” 3. xwepêşandana mezin li dar xist.

Parîs bû wekî qada şer

Cilzer, li dijî zêdebûna bihayê sotemeniyê xwepêşandanên xwe didomînin. Paytext Parîs ji ber xwepêşandanan bû wekî qada şer. Hikûmet ji bo ku xwepêşandanan bide sekinandin rewşa awarte jî di nav de dike ku hin tevdîrên nû bistîne.

Li Parîsê xwepêşandanên ku bi hezaran kes tevlê dibin, dewam dikin..

Komên ku di bin navê Cilzeran de digihêjin hev bi 3. çalakiya mezin zema li ser sotemeniyê protesto kir.

Li kolana navdar a Şanzelizeyê polisan bi tundî mudaxale li çalakiyan kir.

Di bûyeran de 20 ji wan polis herî kêm 92 kes birîndar bûn.

Ji 220î zêdetir çalakvan hatin binçavkirin.

Serokkomar Emmanuel Macron got; tu hinceta van tiştan tune ku li Parîsê diqewimin. Hikûmeta Fransayê rewşa awarte jî di nav de amadehiya hin tevdîran dike.

Dîroka nûkirinê: 03 Kanûn 2018, 17:37
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE