Parêzvanê nêzîk ê Selmanê Qralê Erebistana Siûdî hat kuştin

Ji parêzvanên nêzîk ên Selman bîn Ebdulezîzê Qralê Erebistana Siûdî, Tumgeneral Ebdulezîz bîn Beddah el Faxim, bi destê hevalê wî hat kuştin.

Parêzvanê nêzîk ê Selmanê Qralê Erebistana Siûdî hat kuştin

Ji parêzvanên nêzîk ên Selman bîn Ebdulezîzê Qralê Erebistana Siûdî, Tumgeneral Ebdulezîz bîn Beddah el Faxim, bi destê Memdûh Al Elî hat kuştin.

Li gor nûçeya SPAya ajansa nûçeyan a fermî ya Erebistana Siûdî, polêsê Mekkeyê daxuyanî da û got ku Faxim duh êvarê li Cîddeyê çûye mala hevalê xwe yê Turkî es-Sebtî, Memdûh Al Eliyê hevalê wî yê din jî li heman malê bûye û ew û Elî bezîne hev.

Li gor daxuyaniyê Elî paşê gule agir kiriye û Faxim, Sebtî û karkerekî Filîpînî birîndar bûne, Faxim rakirine nexweşxaneyê, lê xelas nebûye.

Di daxuyaniyê da hat gotin ku hêzên ewlehiyê xwestine Al Elî bigrin, lê bi wan ra ketiye pevçûnê, di pevçûnê da pênc wezîfedarên ewlehiyê birîndar bûne.

Li gor nûçeya Ukaza rojnameya Erebistana Siûdî, wê îro li Mekeyê nimêja cinazeyê Faxim were kirin û paşê were definkirin. 

AA

Dîroka nûkirinê: 03 Cotmeh 2019, 11:55
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE