Serokwezîrê Ermenistanê Nîkol Paşînyan diyar kir ku ew dixwazin peywendiyên digel Tirkiyeyê asayî bikin û wiha got, "Em ji dil dixwazin ku digel Tirkiyeyê bêyî şert û merc peywendiyên dîplomatîk bidin destpêkirin. Îhtimaleke mezin e ku Ermenistan beşdarî Foruma Dîplomasiyê ya li Antalyayê bibe."
Paşînyan di civîna çapemeniyê ya li ser facebookê hat weşandin da peywendiyên Ermenistanê yên digel Tirkiye û Azerbeycanê nirxandin.
Paşînyan bal kişand ku digel Azerbeycanê îmzekirina peymana aştiyê di rojevê da ye û wiha got, "Peymaneke wiha divê were îmzekirin lê divê ev belge di encama mizakereyan da were pêkanîn. Ermenistan ji bo van mizakereyan amade ye."
Paşînyan her wisa bal kişand ku ew dixwazên peywendiyên digel Tirkiyeyê jî asayî bikin û wiha got, "Em ji dil dixwazin ku digel Tirkiyeyê bêyî şert û merc peywendiyên dîplomatîk bidin destpêkirin. Em di raboriyê da bi ser neketin û divê em ji wê tecrubeyê sûd werbigirin."
Paşînyan da bibîrxistin ku hevdîtinên Tirkiye û Ermenistanê di asta nûnerên taybet da dest pê kirin û wiha got, "Nûnerên me yên taybet hevdîtin kirin. Ev pêvajo heger wiha dewam bike, îhtimaleke mezin e ku Ermenistan beşdarî Foruma Dîplomasiyê ya li Antalyayê bibe."
Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu di daxuyaniya xwe ya 19ê Rêbendanê da diyar kiribû, ji bo Foruma Dîplomasiyê ya Antalyayê ku dê 11-13ê Adarê were lidarxistin, ji Ermenistanê jî rayedar hatin vexwendin.
AA